Serokwezîr Barzanî: PSDK, xwedî risteke girîng e
PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo salvegera 47emîn a Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê (PSDK), peyameke pîrozbahiyê parve kir û rista partiye ya di nav siyaseta herêmê de nirxand.
Serokwezîr Barzanî, di peyama xwe de li ser girîngiya rola PSDKê ya di nav siyaseta Herêma Kurdistanê de hin nirxandin kirin.
Serokê Hikûmetê, peyama xwe arasteyî Sekreterê Giştî yê PSDKê Mihemed Hecî Mehmûd kir û di peyama xwe de wiha got:
“Birêz Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd. Ez bi boneya 47mîn salvegera damezirandina PSDKê, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî cenabê we yê rêzdar, Serkirdatî û tevahiya endam û alîgirên partiya we ya têkoşer dikim û daxwaza pêşkeftin û serkeftinê ji bo we dikim.
Partiya Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê, di nav tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê de xwedî roleke girîng û berçav bûye.
Ez hêvî dikim ligel tevahiya aliyên Kurdistanî yên nîştimanperwer, li ser berevanîkirin ji mafên reva û destûrî yên xelkê Kurdistanê û destkeftiyên nîştimanî berdewam be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin