Serokwezîr Barzanî, xwendekarên xwedî pile xelat kir

16 August 2023 15:30 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, xwendekarên xwedî pile xelat kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, xelatan dide xwendekarên azmûna zanîngehê yên xwedî pile.

Hat diyarkirin ku di merasima ku îro saet 11:00ê de hat sazkirin de Serokwezîr Mesrûr Barzanî xelatan pêşkêşî wan xwendekarên ku di sala xwendinê ya 2022 û 2023yan de lîse qedandine û di azmûnê de bûne yekem kir.

Her wiha hat zanîn ku Wezîrê Perwerdehiyê Alan Heme Seîd û malbatên xwendekaran jî amade bibin.

Li Herêma Kurdistanê di navbera 3 û 27ê Hezîranê de dewreyên azmûnên zanîngehên Herêma Kurdistanê hatin lidarxistin. Ji beşên cuda 117 hezar û 364 xwendekar ketin azmûnê.