Serokwezîr Barzanî: Gelê Kurdistanê xwedî doz û mafên metewî û destûrî ye
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 16ê Hezîranê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Balyoza nû ya Amerîka ya Iraqê Alina Romanowski kir.
Piştî civînê hat ragihandin, di hevdîtina ku Konsulê Amerîka li Hewlêrê Robert Pallandino jî beşdarî kir de, Serokwezîr Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna balyoza nû ya Amerîkayê kir û hêviya serkeftinê di erkê wê yê nû de jê re xwest û hêvî kir pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîka hîn pêşvetir biçin.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de, kurteyek derbarê çaksaziyên Kabîneya Nehem yên di warê hemecurkirina aborî û çavkaniyên dahatê pêşkêş kir, bi arasteya avakirina jêrxaneyeke aborî ya bihêz û geşkirina Herêma Kurdistanê di hemû aliyan de.
Di beşeke din a civînê de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî bal kişand ser pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de û tekezî li wê kir ku gelê Kurdistanê xwedî doz û mafên metewî û destûrî ne û pirsgirêkên ligel Bexdayê, tenê ne pirsa budce, neft û gazê ne, lê belê em Herêmeke federal û destûrî ne û divê li gor destûrê serederî bi Herêma Kurdistanê re were kirin.
Balyoza nû ya Amerîka pabendbûna welatê xwe bi piştevaniya Herêma Kurdistanê wek hevbeşeke girîng a Amerîka û aramî, aştî û ewlehiya Iraqê dubare anî ziman.
Di civînê de, Balyoza Amerîka behsa wê kir ku Iraq û Herêma Kurdistanê beşeke girîng in di siyaseta Amerîka de û tekezî li girîngiya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kir ku li gor daxwaza xelkê Iraqê û bê cudahî xizmeta tevahiya pêkhateyan bike û pêwendiyên wê yên baş jî bi civaka navdewletî re hebin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin