Serokwezîr Barzanî bi wezîrê Alman re civiya: Gelê Kurdistanê ji mafên xwe tawîzê nade
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Adarê bi Wezîrê Derve yê Almanya Tobias Lindner re civiya.
Wezîrê Derve yê Almanyayê di civînê de tekezî li ser berdewamiya piştevaniya welatê xwe bo Pêşmerge û hevkariya ligel Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.
Hate ragihandin ku mijara sereke ya civînê, girîngiya rêzgirtina li sîstema federalî ya Iraqê û parastina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê bû.”
Mesrûr Barzanî bibîr xist, her çend e bi awayên çarçoveya siyasî, leşkerî, aborî û bi navê yasayî zext li Herêma Kurdistanê tê kirin ku dest ji mafên xwe yên destûrî berde, lê gelê Kurdistanê ti carî amade nîne tawîzê li ser mafên xwe bide.
Li ser hilbijardinên Parlamentoya Kurdistanê jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Em her tim alîgirê hilbijartinan bûne, lê divê ew hilbijartinên rewa, demokratîk û destûrî û di çarçoveya yasayeke helbijartinê ya dadperwerane de bin ku gerenntiya nûnertiya hemû çîn û pêkhateyên gelê Kurdistanê bike.”
Di civînê de, rewşa kampên Herêma Kurdistanê jî hate gotûbêjkirin û her du alî li ser wê yekê hevra bûn ku rê li ber vegerandina xwebexş a penaberên bo cihên xwe bê vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin