Serokwezîr Barzanî bi Wezîrê Dewleta Alman re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li Munîhê bi Wezîrê Dewletê yê Karûbarên Derve yê Almanya Nilson Ann re hevdîtinek pêk anî.
Serokwezîr Mesrur Barzanî îro di roja sêyem a Konferansa Ewlekariya Cîhanê ya Munîhê de, bi Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî yê Brîtanya Mark Sadwill û Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re civiyabû.
Biryare Mesrur Barzanî piştî dawîbûna konferansê vegere Herêma Kurdistanê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin