Serokwezîr Barzanî û Wezîrê Alman Tobias Lindner pêwendiyeke telefonî pêk anîn
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 13ê Cotmehê bi Wezîrê Dewletê yê li Wezareta Derve ya Almanyayê Tobias Lindner re pêwendiyeke telefonî pêk anî.
Ofîsa Serokwezîr ragihand ku di pêwendiya telefonî de Wezîrê Dewletê yê li Wezareta Derve ya Almanyayê Tobias Lindner êrîşên van demên dawî yên ser Herêma Kurdistanê şermezar kir û got, binpêkirina serweriya axa Iraq û Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin, ji bo vê mebestê jî, ji nêz ve çavdêriya bûyeran dikin.
Wezîrê Alman piştevaniya welatê xwe ji bo arambûna rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û pêkanîna hikûmeteke ku rengdana encama hilbijartinan û rêzgirtina li demokrasiyê be, nîşan da.
Tobias Lindner diyar kiriye, hêzên Almanya dê piştî pesendkirina ji aliyê parlamentoyê, li Iraq û Herêma Kurdistanê bimînin.
Ji aliyê xwe ve Serokwezîr Mesrûr Barzanî jî spasiya hevkarî û piştevaniya berdewam a hikûmet û xelkê Almanyayê kir û daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo pêşvebirina pêwendiyên ligel Almanyayê dubare kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin