Mesrûr Barzanî û Wezîrê Dewleta Almanyayê çend mijarên girîng gotûbêj kirin

26 January 2023 18:48 0 dîtin
Mesrûr Barzanî û Wezîrê Dewleta Almanyayê çend mijarên girîng gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 26ê Çile li Hewlêrê pêşwazî li Wezîrê Dewletê di Wezareta Derve ya Almanya de Tobias Lindner û şanda ligel wî kir û çend mijarên girîng di civînê de hatin gotûbêjkirin.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtina Mesrûr Barzanî û Tobias Lindner de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku Serokwezîr Barzanî derbarê biryara Dadgeha Federal a qutkirina 1 trîlyon dînorê Kurdistanê de gotiye: “Biryara Dadgeha Federal hewldaneke têkbirina derfeta çareserkirina pirsgirêkan e.”

Hat ragihandin ku di civînê de, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal hatine axaftin û di vê derbarê de Serokwezîrê Kurdistanê daxwaza Herêma Kurdistanê ya ji bo çareserkirina kêşeyan bi awayekî bingehîn û li ser bingehê destûrê dubare kir û got: “Biryara dawî ya Dadgeha Bilind a Federal a ji bo rêgirtina li şandina hin mafên darayî bo Herêma Kurdistanê, hewleke din a nedadperwerane ya vê dadgehê ye, ji bo têkbirina derfeta nû ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan û atmosfera erênî ku piştî dawî serdana şanda bilind a hikûmetê bo Bexdayê hatiye afirandin.”

Mesrûr Barzanî got: “Li gor rêkeftina aliyên ku hikûmetê pêk anîne û karnameya kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê, pêwîst e di heyama 6 mehan ji piştî destbikarbûna hikûmeta Iraqê de, her du projeyasayên Dadgeha Bilind a Federalî û Encûmena Federalî werin derxistin, ji ber pêngav û reftarên niha yên Dadgeha Federal, mixabin dirustkrina pirsgirêkan e li pêş gihîştina lihevkirin û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de.”

Di beşeke din de a daxuyaniyê de hat diyar kirin, Wezîrê Derve yê Almanyayê kurteyek derbarê armanca serdana xwe ji bo Herêma Kurdistanê pêşkêş kir, bal kişand ser pêwendiyên bihêz ên di navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê de û daxwaza welatê xwe jî ji bo pêşxistina pêwendiyên ligel Herêma Kurdistanê di hemû waran de bi taybetî di warê aborî û danûstandinên bazirganî de nîşan da û diyar kir.

Wezîrê Alman got ku wê di demek nêzîk de şandeke bilind a veberhêner, karsaz û bazirganên Almanî ji bo pêşxistina pêwndiyên dualî serdana Herêma Kurdistanê bike.

Serokwezîr Barzanî spasiya Almaniyayê kir ji bo piştevaniya wê ya berdewam li Herêma Kurdistanê bi taybetî di şerê dijî terorîstan di çarçoveya Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de. Herwiha kêfxweşiya Herêma Kurdistanê ji bo Parlamentoya Almanyayê nîşan da ji bo naskirina komkujiya Êzdiyan wek jenosîd.

Mesrûr Barzanî spasiya piştevaniya Almanyayê ji bo çaksaziyên Kabîneya Nehem kir, bi taybetî di warê dîjîtalkirina xizmetguzariyên giştî de.

Herwiha girîngiya bicihkirina rêkeftina Şingalê, derketina milîs û hêzên çekdar ên neyasayî, asayîkirina rewşa navçeyê û vegera koçberan bo cihên xwe jî di civînê de hatin gotûbêjkirin.