Serokwezîr Barzanî: Yekîtiya Nivîskarên Kurd, xwedî roleke dîrokî ye

10 February 2023 18:00 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî: Yekîtiya Nivîskarên Kurd, xwedî roleke dîrokî ye

PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi rastlêhatina salvegera damezirandina 53yemîn a Yekîtiya Nivîskarên Kurd, peyameke pîrozbahiyê parve kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî, di peyama ku bi boneya salvegera Yekîtiya Nivîskarên Kurd parve kir de bal kişand ser rol  û mîsyona tevahiya nivîskar û edîbên Kurd û di kar û xebatên wan de serkeftin xwest.

Serokwezîr Barzanî, di peyama xwe de wiha got:

“Yekîtiya Nivîskarên Kurd, di astên cuda yên têkoşîna gelê Kurdistanê û di pêşxistina ziman, wêje û çanda Kurdî de roleke girîng û dîrokî lîstiye û her dem bergirî di ber mafên gelê kurdistanê de kiriye.

Bi vê boneyê, bi rêz û pêzanîneke mezin; em li têkoşîna geş a Yekîtiya Nivîskaran, nivîskar û rewşenbîrên welatparêz ên Kurdistanê dinihêrin û em hêvîdar in ku ew li ser xizmetkirina zêdetir a prosesa çandî û geşkirina ziman û wêjeya Kurdî û pêkvejiyana aştiyane ya di navbera pêkhatên cuda yên Herêma Kurdistanê de berdewam bin û di vî warî de Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî wekî her carê dê piştgiriya wan bike.

Silav ji bo giyanên pak ên nivîskarên şehîd û tevahiya şehîdên gelê Kurdistanê.”