Serokwezîr Barzanî 52. salvegera Yekîtiya Nivîskarên Kurd pîroz kir

10 February 2022 21:16 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî 52. salvegera Yekîtiya Nivîskarên Kurd pîroz kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 10ê Sibatê bi minasebeta 52yemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd peyameke pîrozbahiyê weşand.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya pêncî û duyemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd, pîrozbahiyên herî germ arasteyî endamên melbenda giştî û hemû endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurd û nivîskarên Kurdistanê bi giştî dikim.”

Serokwezîr Barzanî da zanîn, “Yekîtiya Nivîskarên Kurd di dirêjahiya temenê xwe de roleke girîng di xizmetkirina ziman û edebiyata Kurdî û tevgera ronakbîriyê li Kurdistanê dîtiye û her dem di qonaxên xwe yên cuda yên dîrokî de xwedî helwesta niştimanî bûye di mijara berevanîkirina mafên rewa yên gelê Kurdistanê de.”

Mesrûr Barzanî di dawiya peyama xwe de wiha got: “Di vê boneyê de, bi rêz û pêzanînê ve, em hemû wan nivîskar û rewşenbîrên Kurdistanê bi bîr tînin, ku bi nivîs û berhemên xwe û helwesta xwe ya niştimanî, di rêza pêş a dakokîkirina nasname û nirxên pîroz ên gelê Kurdistanê de bûn.

Salvegera Damezrandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd li hemû nivîskarên Kurdistanê pîroz be û her dem serkeftî bin.”