Serokwezîr Barzanî, ji bo salvegera YZÎKê peyamek da
PeyamaKurd- Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji bo salvegera 53yemîn a damezirandina Yekîtiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê (YZÎK), peyamek da û rista endamên YZÎKê ya niştimanî nirxand.
Serokwezîr Barzanî di peyama xwe de bal kişand ser xebatên YZÎKê û got,
“Ez di 53yemîn salvegera damezirandina Yekîtiya Zanayên Îslamî ya Kurdistanê gerimtirîn pîrozbayî pêşkêşî serok, endamên mekteba cîbicîkar, civata navendî û tevahiya Mamosteyên olî yên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.
Ez hêvî dikim ku Yekîtiya zanayên ola îslamî ya Kurdistanê, li ser erkê xwe yê pîroz ji bo pêşvebirina çanda miyanerewî û bihevre jiyana aştiyane ya di navbera pêkhateyên curbecur ên Kurdistanê û rûbirûbûna hizra radîkal û parastina aştiya civakî û berevanîkirin ji prensîbên nîştimanî û mafên rewa yên gelê Kurdistanê berdewam be.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin