Serokwezîr Barzanî bo salvegera wefata Mam Celal peyamek belav kir

03 October 2020 15:50 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî bo salvegera wefata Mam Celal peyamek belav kir

PeyamaKurd Li ser salvegera wefata Mam Celal Talabanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyamek belav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya bo wefata Mam Celal Talebanî de diyar kir: ‘‘Di sêyemîn salvegera koça dawî ya Birêz Mam Celal de, rêz û pêzanînên min ji bo xebat û rola diyar a cenabê wî heye di tevgera siyasî ya Kurdistan û Iraqê de.

Ez pêzanînên xwe arasteyî Kek Bafil û Kek Qubad û şûnketiyên rasteqîn ên Mam Celal dikim.

Ez hêvî dikim bîranîna Mam Celal ji bo yekrêzî û tebayiya gelê me hander be.’’