Serokwezîr Barzanî peyamek bo salvegera Enfala Barzaniyan belav kir

31 July 2020 12:17 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî peyamek bo salvegera Enfala Barzaniyan belav kir

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo salvegera 37emîn jenosîdkirina Barzaniyan, peyamek belav kir û got; ‘‘Heger xweragirî û berdewambûna gelê Kurdistanê bi şoreş û berevanîkirina li xak û nîştiman nebûya, nasname û mana gelê Kurdistanê, dê rûbirûyî metirsiyeke mezintir bûbûya.’’

Peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê wiha ye:

Îro 37emîn salvegera yek ji mezintirîn tawanan e ku li hember gelê Kurdistanê hatiye kirin, ku jenosîdkirina Barzaniyan e. Di wê tawana mezin de 8 hezar mirênên bêguneh, tenê ji ber ku Kurd bûn, ji aliyê rêjîma Beas ve bi zindî hatin çalkirin.

Jenosîdkirina Barzaniyan, destpêkek bû ji bo jenosîdkirineke firehtir ya gelê Kurdistanê, ku bi çend qonaxên cuda, rêjîma Beas di bin navê enfal de bi hezaran hevnîştimaniyên bêguneh ên Kurdistanê bi jin, peya, mezin û biçûkan birin beyabanên Iraqê û pişt re di derengiya şeve de, bi zindî xistin çalan.

Jenosîdkirina Barzaniyan, şalaweke nijadperist e ji bo jinavbirina nasname û nehiştina miletekî mafzeftkirî bû. Heger xweragirî û berdewambûna gelê Kurdistanê bi şoreş û berevanîkirina li xak û nîştiman nebûya, nasname û mana gelê Kurdistanê, dê rûbirûyî metirsiyeke mezintir bûbûya.

Di vê boneya xemnak de, pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi xizmetkirina kesûkarên şehîdan û enfalkiriyan li gor karînan dikin. Di heman demê de li gel Hikûmeta Iraqê, bi hewlên xwe berdewam dibin û pêdagiriyê ji bo qerebûkirina madî û manewî yên malbatên enfalkiriyan dikin.

Serî bi rêz ji bo qurbaniyên şalawên jenosîda Barzaniyan û tevahiya enfalkiriyan û şehîdên tevgera rizgarîxwaz a gelê Kurdistanê ditewînin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî

31.07.2020