Serok Mesûd Barzanî ji bo 33emîn salvegera Enfala Behdînanê peyamek belav kir

25 August 2021 13:09 0 dîtin
Serok Mesûd Barzanî ji bo 33emîn salvegera Enfala Behdînanê peyamek belav kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî ji bo 33emîn salvegera proseya Enfala Behdînanê peyamek belav kir û diyar kir: “Berî sî û sê salan, rêjîma berê ya Iraqê di tawaneke din de û di dawî qonaxên proseya Enfalê de, piştî bombebaran û kîmyabarana piraniya devera Behdînan, xelkê wê deverê û pêkhateyên wê rûbirûyî girtin, wendakirin û koçkirinê kirin.

Serok Barzanî di peyama xwe de destnîşan kir: “Berî sî û sê salan, rêjîma berê ya Iraqê di tawaneke din de û di dawî qonaxên proseya Enfalê de, piştî bombebaran û kîmyabarana piraniya devera Behdînan, xelkê wê deverê û pêkhateyên wê rûbirûyî girtin, windakirin û koçkirinê kirin. Di wê tawanê de, Hikûmeta Iraqê bi sedan hezar hêzên biçek li dijî rûniştvanên bêguneh ên Behdînanê bi kar anîn.”

Serok Barzanî di beşeke din a peyama xwe de dibêje: “Ev tawan, berdewamiya wê zincîreya tawan û karesatan bû, ya ku di sedsala borî de li dijî gelê me li Barzan, Germiyan, Helebce û tevahiya Kurdistanê hate kirin.”

Di peyamê de destnîşan dike: “Dijminên gelê Kurdistanê li ber çavê hemû cîhanê, pêşkeftîtirîn çek û xiraptirîn siyaset ji bo qirkirin û tunekirina gelê Kurdistanê bi kar anî. Lê gelê Kurdistanê xwedî îrade û dozeke rewa bû û li hember van jenosîd û komkujiyê teslîm nebû û ew dijmin û tawankar ketin zibildana dîrokê. Ev waneyeke pir bi wate ye ji gelê me û hemû neyar û nehezên gelê Kurdistanê ye.”

Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de eşkere dike: “Di salvegera Enfala Behdînanê de, silav ji giyanên pak ên şehîd û enfalkiriyan re dişînin û pêdagiriyê li ser mafên rewa ên gelê me dikin. Pêwîst e jî dewleta Iraqê qerebûya jenosîd û wan tawan û neheqiyên ku li ser gelê me hatine kirin bike.”