Mesrûr Barzanî: Di tevgera edebî û rewsenbîrî de roleke diyar a Yekîtiya Nivîskarên Kurd hebû
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi helkefta salvegera yobîlê zêrîn ya damezirandina Yekîtiya Nivîskarên Kurd, peyameke pîrozbahiyê arasteyî wê kir û ragihand, roleke diyar û bi bandor a rêxistina we di tevgera edebî û rewşenbîrî ya gelê Kurdistanê de hebû.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama xwe arasteyî serok û endamên Yekîtiya Nivîskarên Kurd kir û nivîsî: “Bi boneya yobîla zêrîn ya Yekîtiya Nivîskarên Kurd, germtirîn pîrozbahî pêşkêşî we dikim, hêviya serkeftin û berdewamiyê ji we re dixwazim”.
Di beşeke din a peyamê de hatiye, “Bêgûman roleke diyar û bi bandor a rêxistina we di tevgera edebî û rewşenbîrî ya gelê Kurdistanê de hebû, bi taybet di parastin û geşepêdana zimanê Kurdî de.
Herwiha rola Yekîtiya Nivîskarên Kurd di berevanîkirina li mafên demokratîk û netewî yên gelê Kurdistanê de nayê jibîrkirin ku berehemên xwe yên binirx, xizmeteke mezin ji tevgera ronakbîriya netewa me re kiriye”.
Serokwezîr Barzanî hêviya pêşketinê ji nivîskaran û Yekîtiya Nivîskaran re xwest
Di peyama Serokwezîr Barzanî de hatiye jî, “Hêviya pêşketinê ji we re dixwazim û hêvîdar im bizav û kedên we yên binirx ji bo xizmetkirina ziman û edeba Kurdî berdewam bin”.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin