Mesrûr Barzanî sersaxî li Wezîrê Rewsenbîrî û Ciwanan kir
PeyamaKurd – Destê sibê 11ê Sibata 2022yan, Xerîbe Ezîz Baram, dayîka Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan Hemey Heme Seîd koça dawî kir. Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro bi rêya telefonê sersaxî li Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan ê Herêma Kurdistanê Hemey Heme Seîd ji ber koça dawî ya dayîka wî kir.
Di pêwendiya telefonî de, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, sersaxî û hevxemiya xwe anî ziman û hêvî xwest, Xwedayê mezin giyanê rehmetî bi bihiştê şad bike û sebr û aramî bide malbata wan.
Herwiha Wezîrê Rewşenbîrî û Ciwanan spasî û pêzanîn xwe û yên malbata xwe ji bo pêwendî û sersaxiyê, pêşkêşî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin