Mesrûr Barzanî sersaxî da Wezîrê Bajarvanî û Gestûguzariyê
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, do bi pêwendiyeke telefonî, ji ber koça dawî ya birayê wî Xesro Ewnî, sersaxî da Wezîrê Bajarvanî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî, hevxemiya xwe gîhand Wezîrê Bajarvanî û Gerştûguzariyê û hêvî xwest ku Xwedayê mezin ruhê rehmetî bi bihiştê şad bike û aramî ji kesûkar û malbata wan re bibexşîne.
Herwiha Wezîrê Bajarvanî û Geştûguzariyê Sasan Ewnî spasî û pêzanînên xwe û malbata xwe ji bo pêwendî û hevxemiya Serokwezîr nîşan da.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin