Serokwezîr Barzanî bi sanda Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê re civiya

29 September 2021 19:33 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî bi sanda Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê 29ê Îlonê pêşwazî li serok û endamên Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê kir.

Di civînê de Serokê Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê ya Kurdistanê Mela Ebdullah Weysî pesnê çaksaziyên Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê da û piştevaniya zanayên Îslamî ji bo proseya çaksazî û rûbirûbûna gendelî û hewldanên Serokwezîr ji bo derbaskirina qeyranan û baştirkirina jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê nîşan da.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî rola girîng a zanayên îslamî di hişyarkirina civak û pêşvebirina kultura pêkvejiyana aştiyane ya navbera pêkhateyên cuda yên Herêma Kurdistanê de bilind nirxand.

Mesrûr Barzanî hêviya xwe anî ziman ku zanayên olî di rûbirûbûna hizra tundrew û berevanîkirina maf û destkeftên gelê Kurdistanê û mijarên niştimanî û pêşvebirina peyama lêborînê û xoşewîstiyê di nav civakê de berdewam bin.