Serokwezîr Barzanî peyamek pîrozbahiyê arasteyî Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê kir

21 September 2019 11:47 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî peyamek pîrozbahiyê arasteyî Yekîtiya Zanayên Ola Îslamî ya Kurdistanê kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi helkefta salvegera damezrandina wê peyameke pîrozbahiyê arasteyî Yekîtiya Zaneyên Ola Îslamî ya Kurdistanê dike û pîrozbahiyê li serok û Nivîsgeha Cibicîkar a wê yekîtiyê dike.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di peyama xwe de dibêje: “Bi helkefta 49emîn salvegera damezrandina Yekîtiya Zaneyên Ola Îslamî a Kurdistanê, germtirîn pîrozbahî li we dikim. Yekîtiya Zaneyan ku roja 21ê Îlona 1970 bi şêweriya Cenabê Barzaniyê Nemir hat damezrandin, roleke diyar di xizmet kirina ola Îslamê û tevgera rizgarîxwaza gelê Kurdistanê de girte ber û di rûbirûbûna hizra tundrewî, terorê, hişyarkirina civakê û belavkirina peyama lîberal de cihê destên wan diyar e.

Di dawiya peyama xwe de, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hêvî xwest ev salveger bibe handereke din ji bo piştevaniya zêdetir ji pirsên niştimanî re.