Serok Barzanî ji bo Cejna Rojiya Êzî peyameke pîrozbahiyê belav kir

14 December 2023 21:18 0 dîtin
Serok Barzanî ji bo Cejna Rojiya Êzî peyameke pîrozbahiyê belav kir

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro 14ê Kanûnê ji bo Cejna Rojiyê ya Êzidiyan peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî hemû Êzidîyên li Herêma Kurdistanê û cîhanê kir.

Serok Barzanî got: “Bi navê Xwedayê mezin û dilovan. Bi helkefta cejna Rojiyên Êzî, ez pîrozbahiyê li xûşk û birayên Êzidî li Kurdistanê û hemû cîhanê dikim. Ez hêvîdar im ev cejn bi xwe re aramî û  xweşî û bexteweriyê ji bo hemû xûşk û birayên Êzidî bîne.”

Serok Barzanî di peyamê de diyar kir, “Her bi vê helkefta pîroz, em tekeziyê li tebayî û berfirehkirina ferhenga pêkvejiyan û lêborîn û biratiyê di navbera hemû pêkhatên olî û neteweyî yên Kurdistanê de dikin. Cejna we pîroz be û hemû rojên we cejn û xweşî bin.”