Serok Barzanî ji bo hatina 'Cejna Rojiya Êzî' peyameke pîrozbahiyê belav kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi boneya hatina cejna Rojiya Êzî peyameke pîrozbahiyê belav kir û pîrozbahî li tevahiya êzidiyên Kurdistan û cîhanê kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Bi boneya hatina cejna Rojiya Êzî, germtirîn pîrozbahî li xwişk û birayên êzidî li Kurdistan û seranserî cîhanê dikim. Hêvîdar im ev cejn, şadî, aramî û bexteweriyê ji xwişk û birayên Êzidî re bîne û dawî li êş û azarên wan were.”
Serok Barzanî destnîşan kir: “Kurdistan serzemîna pêkvejiyana netew û olên cuda ye û tekeziyê li parastina ferhenga birayetî û pêkvejiyanê û kûrkirina wê dikin.”
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de got: “Cejna we pîroz be, hêvî dikim hûn hemû cejnên xwe di xweşî û aştiyê de bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin