Serokwezîr Barzanî destekê dide malbatên xwedî zarokên otîstîk

23 October 2020 23:19 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî destekê dide malbatên xwedî zarokên otîstîk

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku destekê didin malbatên ku zarokên wan otîstîkin an ku xwedî astengin. Barzanî di ser hesabê xwe yê medya civakî de got:

“Ez malbatên ku zarokên wan otîstîkin an mirovên ku ew bi xwe otîstîkin, halê wan û zahmetiyên wan baş fêmdikim.”

Mesrûr Barzanî ragihand ku li Hewlêrê bo navenda otîzmê bê avakirin, perê mesrefa avakirin û bo alavan veqetandiye û êrê kiriye û weha dewam kir:

“Bi sedema vê babetê li bajarê Hewlêrê bo avakirina navenda otîzmê me fona bi miqdarê 585.240 dolarî tesdîq kir û niha destekê didin zarokên otîstîk. Me plan kiriye em ê di vê mijarê de bêhtir alîkariyê bikin.”