Serokwezîr Barzanî konseya destekê ya bajarê Helebçe qebûl kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî konseya destekê ya bajarê Helebçe qebûl kir. Di civînê de serokwezîr Barzanî got ku bajarê Helebçe remza fîdakariya xelkê Kurdistanêye û xizmeta ji Helebçe û temamê Kurdistanê re wek wezîfa xwe ya esasî dibîne.
Heyet, ji serokwezîr re behsa damezrandina armanca konseyê kir û ji bo parêzgeha Helebçe baştir xizmetê bide xelkê Helebçê, hinek daxwazan ji serokwezîr kir. Yek ji daxwazan ew bû ku Barzanî ji hukumeta federal bixwaze ku temambûna statuya pêrezgeha Helebçe temam bike.
Heyet, got ku ji bo serokwezîr Mesrûr Barzanî Helebçê kir parêzgeh, jê re gelek minnetdare û di seredana dawiyê ya ji bo Helebçe de, ji bo bajêr gelek biryarên baş daye û heyet ji ber van xebatan sipasiya Barzanî kir.
Serokwezîr Barzanî her weha ragihand ku ji bo temamkirina prosedura ji bo Helebçe bibe parêzgeh, ji destê wî çi were dê bike û ji bo vê jî bi hukumeta federal re daîma di nav têkiliyan de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin