Serokwezîr Barzanî projeya xaniyên kêmderfet û kirêciyan dide destpêkirin

13 November 2022 14:24 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî projeya xaniyên kêmderfet û kirêciyan dide destpêkirin

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, projeya çêkirina bi hezaran xaniyên bo kirêciyan li Hewlêrê dide destpêkirin.

Hat ragihandin ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye bi sermayeguzarî û piştevaniya hikûmetê 20 hezar xanîyan ji bo kirêciyan û kesên hejar ava bike.

Li gorî amaran ji 17ê Hezîrana 2022yan heta 4ê Tîrmeha 2022yan, 119 hezar û 919 kesan navê xwe ji bo xaniyan tomar kirine. 

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw daye xuyakirin ku ew xanî li du cihên gelek baş ên Hewlêrê têne avakirin û wê Serokwezîr Mesrûr Barzanî kevirê bingehîn ê destpêkirina çêkirina projeyê deyne.

Xoşnaw li ser projeyê ev daxuyanî dan: “Em mizgîniyê didin xelkê hejar û kirêcî ku dê kevirê bingehîn ê xaniyên kêmderfet ji aliyê birêz Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ve bê danîn. Piştî danîna kevirê bingehîn yê projeyê, navên wan kesên ku form tijî kirine dê bên eşkere kirin. Li Hewlêrê du cihên gelek baş ji bo çêkirina apartmanan hatine destnîşankirin. Lijneyek dê navan durist bike, piştî duristkirina navan û kesên ku pêwîstiyan bi cih bînin, dê navên bi awayekî herî zelal û dadperwer bên eşkere kirin. Dê ji bo kirêçiya bê girtin û nav dê bên eşkerekirin.”

Li gorî projeyê sê cureyên yekeyên niştecihbûnê hene ku 80 metre bi dayîna 4000 dolarî, 100 metre bi 5000 dolarî û 120 metre jî 6,000 dolaran dest pê dikin.