Kazimî û Erdogan pistî civînê û îmzekirina peymanê daxuyanî dan

17 December 2020 20:39 0 dîtin
Kazimî û Erdogan pistî civînê û îmzekirina peymanê daxuyanî dan

PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ku îro Pêncşemê serdana Tirkiyê kir bi Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re civiya.

Piştî civîna Erdogan û Kazimî ku peymaneke bazirganî û hevkariyê îmze kirin, di civîneke hevbeş a rojnamevanî de derketin pêşberî medyayê.

Erdogan bal kişand ser ku ew yekparçebûna Iraqê diparêzin û li ser nehiştina PKKê li herêmê got, “Ne li Tirkiye, ne li Iraqê û ne jî li Sûriyê di dahatuyê de cihê wê qet nîne… Em operasyonên hêzên Iraqê yên li dijî PKKê bi kêfxweşî pêwazî dikin. Em jî piştgiriya berevaniyê didin birayên xwe yên Iraqê.”

Erdogan di beşeke din a axaftina xwe de jî daxwaza xwe ya zêdekirina hilberîna petrola Kerkûkê û şandina bazarên navnetewî anî ziman û diyar kir, “Bi peymana îro hatiye îmzekirin me li ser li hev kir astengên li pêş karsazan rakin û îmzekirina peymana pêşîgirtina du bacan nîşaneya biryardariya me ye.”

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî jî di civînê bal kişand ser ku piştî wêrankariya şerê DAIŞê dixwazin ji bo avadankirina Iraqê piştevaniya Tirkiyê bistînin û got, “Spasiya Serokomar Erdogan dikin ji bo eleqe û mêvanperweriya wî. Ji bo rakirina hemû astengên li pêş pêwendiyên dualî li vê derê me.”

Kazimî li ser daxuyaniyên Erdogan ên derbarê PKKê de jî got, “Ji nav axa Iraqê emê destûrê nedin ti gefek were ser Tirkiyê.”

Kazimî herwiha di axaftina xwe de, êrîşa rojek berê ji ser Rojavayê Kurdistanê bibîr xist û got ku hêzên wan û Pêşmerge rêgirî kirine û bersiv dane.