Medya Tirk | ‘Tirkiyê pistî lihevkirina bi Îran û Iraqê re dest bi operasyona PKKê kir’

28 May 2019 14:46 0 dîtin
Medya Tirk | ‘Tirkiyê pistî lihevkirina bi Îran û Iraqê re dest bi operasyona PKKê kir’

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê (TSK) operasyoneke mezin bi navê (Plana Pençe ya Operasyonê) li Herêma Kurdistanê bi ser binkeyên PKKê de, îro da destpêkirin ku hem bejahî hem jî bi esmanî çiyayên Kurdistanê tên bombe kirin.

Hîn ziyanên di encama vê operasyonê de çêbûne nayên zanîn, lê medya Tirk cihekî fireh dide vê operasyona ku şevê din dest pê kiriye û operasyonê wekî planeke hûrî ya bi hevkarî û lihevkirina Îran û Iraqê dest pê kiriye nîşan dide.

Li herêma Kurdistanê jî li deverên tên bombebarankirin tirseke mezin peyda bûye ku xelkê sivîl jî dibin armanca êrîşan.

Qaymeqamê bajarokê Mawet li parêzgeha Silêmaniyê, Kameran Hesen li ser bombardimana balafirên Tirkiyê got, îro danê sibê derdora saet 08:00an firokeyên şer yên Tirkiyê geliyê Kuwêrekan li bintara çiyayê Asos li nêzîkî gundê Gelale bordûman kirin e bi behaneya hebûna PKKê û ziyanek mezin gihîştiye bax û baxçeyan û tirsek mezin di nav xelkê de çêbûye.

Berpirsê bajaroka Sîdeko Îhsan Çelebî jî li ser êrîşên artêşa tirk ragihand,  operasyona TSKê ji şevê din ve li sînorê herêma Xakurkê berdewam e û ji ber operasyonê di nav xelkê de tirs û xofeke mezin peyde bûye.

Ev operasyona Tirkiyê piştî hevdîtinên parêzeran ligel Abdullah Ocalan û dawîbûna grevên birçîbûnê pêk tê, ku li aliyekî deshilatdariya AK Partî ya Tirkiyê hewil dide li Stenbolê di hilbijartinên şaredariyê de dengên Kurdan bistîne û li Rojavayê Kurdistanê jî bi rêya daxuyaniyên Ocalan li ser avakirina herêma ewle û destkeftiyên Kurdan paşde gav bide avêtin.