Pistî lihevkirina Bexda û Hewlêrê, Iraqê bi nivîseke fermî daxwaz ji Tirkiyê kir

04 April 2023 17:16 0 dîtin
Pistî lihevkirina Bexda û Hewlêrê, Iraqê bi nivîseke fermî daxwaz ji Tirkiyê kir

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên îro 4ê Nîsanê piştî îmzekirina rêkeftina navbera hikûmetên Hewlêr û Bexdayê ragihand ku Hikûmeta Iraqê îro bi nivîseke fermî daxwaz ji Tirkiyê kiriye ku hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ji nû ve dest pê bike.

Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên ji K24ê re daye xuyakirin, mebesta rêkeftina navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ye û gotûbêj ligel wan kompaniyên petrolê tê kirin ku petrola Herêma Kurdistanê kirîne yan dikirin, derbarê bihayê petrolê de, çimkî beriya niha ew kompanî bi bihayekî kêm petrola Herêmê kirîne, lê belê niha bi wî nirxî petrol ji wan re nayê firotin.

Fuad Husên eşkere kir, îro Wezareta Petrolê ya Iraqê nivîseke fermî pêşkeşî hikûmeta Tirkiyê kir da ku dubare dest bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bike û got: “Ez bawer nakim kêşeyeke hikûmeta Tirkiyê derbarê vê mijarê de hebe.”

Husên da zanîn: “Kompaniya SOMO petrola Herêmê nafiroşe, şanda hikûmeta Iraqê bi Herêma Kurdistanê ve jî, gotûbêj li ser bihayê petrola Herêma Kurdistanê dikin. Divê kompanî bi bihayê bazarê petrola Herêma Kurdistanê bikirin, ev jî tê wê wateyê ku bihayê petrola Herêmê bilind dibe.”

Hêjayî gotinê ye, piştî biryara Dadgeha Tehkîmê ya Parîsê hinardeya petrola Herêma Kurdistanê bi ser Tirkiyeyê re hatibû rawestandin ku bi rêkeftina navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê re, êdî bi awayekî yasayî û fermî wê hinardeya petrolê bê kirin.