Yasar Guler: Me bi hevahengiya hikûmeta Iraqê li dijî PKKê gavên girîng avêtin

17 July 2024 18:07 0 dîtin
Yasar Guler: Me bi hevahengiya hikûmeta Iraqê li dijî PKKê gavên girîng avêtin

PeyamaKurd - Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler got, wan bi hevahengiya Iraqê, di operasyonên dijî PKKê de gavên girîng avêtine û diyar kir, operasyonên wan ên li Sûriyê jî wê dewam bikin.

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê Yaşar Guler îro 17ê Tîrmehê bi serokerkan û fermandarên Artêşa Tirkiyê re civiya û ragihand, ji ber şer û pevçûnan li cîhan û herêmê rewşa ewlekariyê hestiyar e û di rewşeke wiha de parastina berjewendiyên Tirkiyê ji bo wan girîng e..

Yaşar Guler wiha got: “Şerê dijî terorê ku erkê me yê sereke ye, operasyonên me, li cografyake asê û di bin germeke dijwar de berdewam in. Bi van operasyonan, rêxistina terorê êdî nikare bilive. Bi hevahengiya hikûmeta Navendî ya Iraqê li hemberî rêxistina terorê şerê me yê hevbeş bingeha aramiyeke hertimî li navçeyê pêk tîne.”

Guler diyar kir: “Bi tevgerên hevbeş û parvekirina ezmûnan, li sahayê hevkariyên me zêde dike û kesên ji vê yekê nerazîne, dilgiran dibin. Çavê me di ax û mafên serweriya tu aliyek de nîne. şerê me dijî rêxistinên terorê ye ku ziyanê didin aramiya navçeyê.”

Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyeyê li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê jî got: “Em Sûriyeyê ji nez ve dişopînin. Divê gelê Sûriyeyê çarenivîsa xwe diyar bike. Wek li Iraqê, em piştgiriyê didin hewlên lêgerînên li çareseriyê.”

Yaşar Guler bibîr xist, hin alî bi piştevaniya aliyên neyasayî, mafên serwerî û yekparçebûna axa Sûriyeyê binpê dikin, operasyonên wan dê bi awayekî neçaverêkirî, bilez û her timî berdewam bin.