Yasar Guler: Dostên me yên Iraqê cara yekem îfadeya nêzî terorê bo PKKê qebûl kirin
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler, di civîna ligel rojnamevanan de li ser operasyona muhtemel a ser PKKê di nav axa Herêma Kurdistanê de agahî parve kirin.
Wezîrê Tirk got ku wan li nav Iraqê xeta 30 kîlometran a ewle pêk anîye û got: “Hin karên din ên em bikin hene. Garê heye, Qendîl heye.”
‘Iraq PKKê wek teror nas neke jî cara yekem îfadeya nêzî wê qebûl kir’
Yaşar Guler bal kişand ser serdana Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan a 22yê Nîsanê Duşemê bo Bexdayê û wiha pê de çû:
"Me hemû plansaziyên xwe kirin, xebat dewam dikin. Serokomarê me roja duşemê li Iraqê ye. Piştî salan emê cara yekem peymaneke wiha stratejîk îmze bikin. Dostên me yên iraqî pênaseya terorê bo PKKê nekiribin jî îfadeyeke nêzî wê vê carê qebûl kirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin