Yasar Guler: Em ê di kûrahiya 30-40 kîlometreyan de korîdora ewlekariyê pêk bînin

10 July 2024 17:03 0 dîtin
Yasar Guler: Em ê di kûrahiya 30-40 kîlometreyan de korîdora ewlekariyê pêk bînin

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler, li ser operasyonên berdewam ên artêşa Tirkiyê yên li nav erda Herêma Kurdistanê ku li dijî PKKê têne kirin axivî.

Yaşar Guler, di hevpeyvîna ligel kovara Politico de got, ew bi biryar in di hûndirê sînoran de (Başûrê Kurdistanê) di kûrahiya 30-40 kîlometreyan de, korîdoreke ewlekariyê pêk bînin û herêmê ji bi temamî ji PKKê paqij bikin.

Li gorî daxuyaniya wezaretê Guler ji Politicoyê re li ser mijara NATOyê jî daye xuyakirin,

"Em nirxandinên ku dibêjin, Tirkiye ne welatekî bi ewle ye red dikim. Tiştekî wiha tune ye. Nabe 32 hevpeyman hemû li ser her mijarê hevnêrîn bin.”

Yaşar Guler diyar kir, ew ji zêdekirina ewlekariya Ewropayê têdigihin, lê li ser nîqaşên avakirina hêzeke nû, difikirin ku pêdivî bi hevpeymaneke nû ya leşkerî ji bilî NATOyê tune ye.