Yasar Guler bo Rojava: Em hilbijartinên dûrî rastiyên herêmê red dikin
PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Yaşar Guler, derbarê hilbijartinên herêmê yên Rojavayê Kurdistanê de ku ji bo meha Tebaxê hatine taloqkirin daxuyanî da.
Guler, di civîna ligel fermandarên artêşa Tirkiyê de ku bi rêya vîdyo konferansê hate kirin got, ew xebatên hilbijartinên ji bo damezrandina ‘dewleta sunî ya terorê’ ku dûrî rastiyên herêmê ye bi teqezî red dikin.
Guler herwiha destnîşan kir, “Hêzên Çekdarên Tirk, li ber sînorên başûr, wê qet destûrê nede rêxistina dabeşkar korîdoreke terorê pêk bîne.”
Di axaftina xwe de Guler herwiha got ku li Sûriyê û hemû erdnîgariyên qada bandora Tirkiyê de, çareseriyên mayînde bêyî wergirtina nêrîna Tirkiyê nepekan e û wan ev yek îspat kiriye.
Herwiha Wezîrê Tirk da zanîn ku di demên dawî de bi saya operasyonên wan tevlîbûna PKKê kêm bûye û îtibar bo kadroyên rêbertiya PKK/KCKê jî nayê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin