Wezîrê Tirk: Heta çend mehan balyozê Tirkiye yê Misrê tê tayînkirin!
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, li ser mijara asayîkirina pêwendiyên dîplomatîk ligel welatê Misrê ragihand ku dibe heta çend mehan balyozê Tirkiye yê Misrê were tayînkirin.
Çavuşoglu daye xuyakirin, “Dibe cîgirên wezîrên derve yên Tirkiye û Misrê di demeke nêzîk de, ji nû ve dest bi danûstandinan bikin û di hemên pêş de jî dibe balyoz bên tayînkirin.”
Herwiha Çavuşoglu li ser rêkeftina sêqolî ya bo endamtiya NATO ya Finlanda û Swêdê jî got ku pêvajo bi awayekî erênî bipêş ve diçe, lê bi taybet gavên ku hîn Swêd bavêje hene.
Li aliyê din ajansa Reutersê jî ragihandiye ku rayedarên îstixbaratê yên Tirkiye û Misrê dawiya hefteyê li Misrê hevdîtin kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin