Serokwezîrê Kanada: Emê heta 4 mehan serê her kesekî 2 hezar dolaran bidin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau ragihand ku ew dê heta çar mehan 2 hezar dolaran bidin serê her kesê ku ji ber rêgiriyên vîrusa korona karê xwe ji dest daye.
Trudeau beriya niha jî pakêteke 17,5 milyar dolar ji bo rûbirûbûna nexweşîna Covid-19 terxan kiribû.
Serokwezîrê Kanadayê herî dawî jî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku ew dê heta çar mehan serê her kesê ku karê xwe ji dest daye 2 hezar dolaran bidin wan.
Li gorî daxuyaniya Trudeau, wê ew pere hem ji bo kesên karê xwe yê taybet dikin bê dayîn, hem jî li kesên li kompaniyan demkî yan jî tamdemî kar dikin re were belavkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye welatên wekî Tirkiyê ji bo karker û karmendan ji bilî guhertina demên kar, soza ti alîkariyekê nadin û niha jî her kes tevî metirsiya zêde ya belavbûna vîrusa koronayê jî neçarin karê xwe berdewam bikin. Wekî mînak deshilatdarên Tirkiyê li şûna alîkariyê bidin hemwelatiyan di vê dema xedar de, kampanyayên bexşandina pereyan dane destpêkirin ku ji gel wan pereyan kom dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin