Doza girtina HDPê li Dadgeha Bilind a Destûra Tirkiyê hat vekirin

17 March 2021 20:37 0 dîtin
Doza girtina HDPê li Dadgeha Bilind a Destûra Tirkiyê hat vekirin

PeyamaKurd – Piştî ku îro 17ê Adarê parlamentariya parlamenterê HDPê yê Kocaelîyê Omer Faruk Gergerlîoglu ji ber cezayekî li ser parvekirina twîtekê hatibû dayîn, hat betalkirin Serdorzgeriya Komarî ya Daraza Tirkiyê jî doza girtina HDPê li Dadgeha Bilind a Destûra Bingehîn a Tirkiyê vekir.

Hat ragihandin ku Serdozgerê Komarî yê Darazê Bekir Şahin, îro 17ê Adarê doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Dadgeha Bilind a Destûra Bingehîn a Tirkiyê vekir.

Serdozger Bekir Şahîn doznameya derbarê HDPê de ji Dadgeha Bilind re şand ku daxwaza girtina wê partiyê tê kirin.

Di dosyeya doznameya bo girtina HDPê hatiye amadekirin de tê gotin ku HDP bi gotin û kiryarên xwe piştevaniya PKKê û rêxistinên din dike û dixwaze Tirkiyê parçe bike.