HDP: Dadgeha Bilind a Destûrê îdianameya bo girtina HDPê pûç kir

01 April 2021 17:46 0 dîtin
HDP: Dadgeha Bilind a Destûrê îdianameya bo girtina HDPê pûç kir

PeyamaKurd – Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay, li ser vegerandina doznameya girtina HDPê ji aliyê Dadgeha Bilind a Destûra Tirkiyê (AYM) ve bo serdozgeriyê got, ev ji ûsûlê wêdetir biryareke esasî ye û îdianame hatiye pûçkirin.

Ebrû Gunay, di civîna rojnamevanî de ku li navenda giştî ya partiya xwe li Enqerê li dar xist got, AYMê li ser îdianame ne ji aliyê ûsûlê ve ji aliyê esasî ve lêkolîn kiriye û paş de vegerandiye.

Gunay wiha pê de çû: “AYMê van tewşiyên derbarê partiya me de tenê ji aliyê şiklî ve nedît, di heman demê de got bêdelîl, bêbingeh û xwe naspêre heqîqetêkê. Ji niha ve teza serdozgeriyê pûç bûye. Tu eleqeya vê îdianameyê bi rastiyê re nîne. Metnek pir bê cidiyet e. Ev metn li miduriyetên polîsan jî wisa nayên amadekirin.”

Herwiha Gunay got ku bi vê biryara AYMê re tolhildana siyasî ya li dijî HDPê hatiye deşîfrekirin.