Dadgeha Bilind li ser doza girtina HDPê biryarek da

20 September 2022 18:06 0 dîtin
Dadgeha Bilind li ser doza girtina HDPê biryarek da

PeyamaKurd – Li ser daxwaza hilweşandina doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) biryara redkirina hilweşandinê da.

Lijneya Giştî ya Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê, ji bo doza girtina HDPê civiya û parastina ku HDPê şandibû gotûbêj kir.

HDPê di parastina xwe ya AYMê de hem daxwaza hilweşandina dozê kiribû hem jî daxwaza redkirina dadgeh Kenan Yaşar û zêdetir demê kiribû.

AYMê daxwaza HDPê ya dema zêde ji bo zelalkirina 281 tomarên dengî yên Kurdî ku wek delîlên girtina wan hatine nîşandan qebûl kir û 30 rojên din ji bo pêşkeşkirina parastinê dan HDPê.

Serdozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind Bekîr Şahîn ku doza girtina HDPê vekiribû jî li ser biryara AYMê ragihand ku parastina wan a devkî amade ye û dema bên gazîkirin dê parastinê bikin.