AYMê dosyeya girtina HDPê ji raportor re sand

11 April 2023 17:32 0 dîtin
AYMê dosyeya girtina HDPê ji raportor re sand

PeyamaKurd – Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê (AYM) piştî ku HDPê nexwest beriya hilbijartinên 14ê Gulanê parastina devkî bide dadgehê, dosyeya doza girtinê ji raportor re şand.

Dadgeha Destûra Bingehîn Tirkiyê îro Sêşemê 11ê Nîsanê li ser biryara HDPê ya nedana parastina devkî civiya û biryar da, dosyeya doza girtina HDPê bo raportorê dadgehê bê şandin.

Li gorî proseyê, wê raportor derbarê esasê dozê de rapora xwe amade bike û pêşkêşî endamên dadgehê bike. Tê çaverêkirin raportor heta mehekê rapora xwe amade bike û pêşkêşî endamên dadgehê bike.

Piştre jî wê Serokê Dadgeha Destûrê Zuhtu Arslan ji bo biryardayînê rojekê diyar bike û endamên dadgehê bicivin. Roja dadgehê berî hilbijartinan dibe yan piştî hilbijartinan, wê şanda AYMê biryarê bide.

Li aliyê din Hevseroka HDPê Pervîn Buldan jî li ser biryara AYMê ragihand ku ew dê li meydanên bi kampanyaya hilbijartinan bersiva dadgehê bidin.