AYMê ji bo doza girtina HDPê raportor erkdar kir
PeyamaKurd - Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) ji bo doznameya ku ji aliyê Serdozgerê Komarê yê Darazê Bekir Şahîn ji bo girtina HDPê pêşkeş kiriye, raportor erkdar kir.
Hat ragihandin ku Serokê AYMê Zuhtu Aslan ji bo doznameya HDPê ya hatiye pêşkeşkirin raportor erkdar kiriye û piştî lêhûrbûna li ser doznameyê wê raportor rapora derbarê doza HDPê de pêşkeşî AYMê bike.
Li gorî qanûnên Tirkiyê divê di nav 15 rojan de dozname bo AYMê bê şandin ku beriya niha jî li ser heman doznameya girtina HDPê bi sedema kêmasî tê de hene, doznamey paşde hatibû şandin.
Di doznameya girtina HDPê de ji bilî girtina partiyê ji bo zêdetirî 500 endam û rêveberan jî qedexeya siyasetê tê xwestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin