Danisîna doza kustina 5 welatiyên Duhokî hate pasxistin

20 October 2023 18:21 0 dîtin
Danisîna doza kustina 5 welatiyên Duhokî hate pasxistin

PeyamaKurd – Duyemîn danişîna doza kuştina 5 welatiyên Duhokê li ser rêya Nisêbîn a Bakurê Kurdistanê, li dadgeha Mêrdînê bi rê ve çû.

Di rûniştina dozê ya îro 20ê Cotmehê ku li 4emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê pêk hat de, dadgehê biryara berdewama girtina bersûcên girtî da û danişîna bê jî ji bo 16ê Çileya 2024an bi paş xist.

Bersûc Abdullah Kaplan û Faris Akseven ji girtîgehê bi rêya SEGBÎS beşdarî rûniştina dadgehê bûn.

Heyeta dadgehê piştî guhdarkirina parêzerên aliyan, biryar da ku ji pispor raporê bixwaze û li ser telefonên tohmetbaran lêkolîneke nû bikin.

Dadgehê biryar da ku ji bankeyan re fermanek bê nivîsandin û tevgerên hesabê bankê yên tohmetbaran bên eşkere kirin.

Li ser daxwaza parêzerên mexdûran, dadgehê biryar da ku 3 heval û xizmên tohmetbarê sereke Faris Akseven bi îhtimala ku têkiliya wan bi bi bûyerê re heye bi zorê bînin dadgehê. Dadgehê danişîna bê ya dozê taloqî 16ê Çileya 2024an kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye şeva 19ê Çileya 2023yan li bajarê Mêrdînê li ser rêya Nisêbîn-Mêrdînê 5 welatiyên malbatên Duhokî yên Herêma Kurdistanê di êrîşeke çekdarî de hatibûn kuştin.