Doza qetilkirina 5 welatiyên Duhokî bo meha Cotmehê hate pasxistin

27 July 2023 18:23 0 dîtin
Doza qetilkirina 5 welatiyên Duhokî bo meha Cotmehê hate pasxistin

PeyamaKurd – Yekem rûniştina doza kuştina 5 welatiyên Duhokî îro 27ê Tîrmehê li 4. Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê hat kirin. Dadgehê ji bo rûniştina duyem biryar da ku di 20ê Cotmeha de bê kirin.

Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ya 4emîn, di rûniştina îro de biryar da ku gumanbar girtî bimînin û rûniştina duyem a dozê jî 20 Cotmeha 2023an bê kirin.

Di îdianameya dozgeriyê de ji gumanbarên sereke re cezayê girtina hetahetayê tê xwestin û herwiha ji du bergumanan re cezayê ji 11 salan heta 18 salan û ji bo bergumanekî din jî, ji 8 heta 11 salan cezaya girtîgihê tê xwestin.

19ê Çileya 2023yan, 5 welatiyên Duhokî ku ji bo tedawiyê derbasî Bakurê Kurdistanê bûbûn, dema vegerê li nêzîkî navçeya Nisebînê ya Mêrdînê dema di otomobîla xwe de bûn, ji aliyê hin kesên bi çek hatibûn qetilkirin.