Tirkiye | Dadgeha Konyayê derbarê kujerê malbata Dedeogullari de biryar da
PeyamaKurd – Dadgeha 4emîn a Cezayê Giran a Konyayê, di rûniştina îro 17ê Mijdarê ya doza kuştina 7 endamên malbata Dedeogullari ya Kurd li navçeya Meram a Konyayê de, biryara xwe eşkere kir.
Di danişîna dadgehê de, bi rêya Platforma Deng û Dîmenê (SEGBİS) kujerê malbata Dedeogullari Mehmet Alttun, bergumanên din Lutfi keleş û Alî Keleş beşdarî kirin.
Dadgehê piştî guhdarîkirina parêzerên malbata Dedeogullarî û gumanbaran di beşa duyem a rûniştina dozê de, biryara xwe eşkere kir û ji ber kuştina 7 endamên malbata Kurd cezayê muebetê yê 7 caran girankirî û deh sal cezayên din li ser kujer Mehmet Altun sepand.
Malbata Dedeogullari, 12ê Gulana 2021an, li navçeya Meram a Konyayê rastî êrîşeke nîjadperestî ya malbatên Keleş û Çalik hatibû û piştî wê êrîşê jî 7 endamên malbata Dedeogullari 30yê Tîrmeha 2021ê ji aliyê kesê bi navê Mehmet Altun ve hatibûn komkujkirin.
Ligel ku beriya wê êrîşê rastî gef û êrîşên nijadperestî hatibûn jî malbata Dedeogullarî ji aliyê hêzên ewlehiyê û rayedaran ve nehatibû parastin ku ew bûyer bi serê wan de hatibû.
Hêjayî gotinê ye, dadgehê derbarê malbata Keleş de ku bûye sedema komkujkirina malbata Dedeogullari de hîn ti biryarek nedaye û hejmarek endamên wê malbatê jî hatine tehliyekirin û ji derve têne dadgehkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin