Malbata Senyasar: Em ê fitara xwe li ber dadgeha ku bûye mala me vekin
PeyamaKurd – Malbata Şenyaşar ya ku li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê, di Hezîrana 2018an de di dema bangeşeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Xelîl Yildiz, du kur û mêrê Emîne Şenyaşar kuştibûn, kurekî wê jî birîndar kiribûn, 390 li ber Dadgeha Rihayê di Nobeda Edaletê de ne û wê fitara xwe jî li ber dadgehê vekin.
Li navçeya Sirûcê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, 14ê Hezîrana 2018an di dema bangeşeya hilbijartinan de malbat û parêzvanên Parlamenterê AK Partiyê Îbrahîm Xelîl Yildiz, du kur û mêrê Emîne Şenyaşar kuştibûn, kurekî wê jî birîndar kiribûn. Kurekî Emîne Şenyaşar di dûkana xwe de û kurek û hevjîna wê jî li nexweşxaneyê hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar ev 390 roj in li ber Dadgeha Rihayê di Nobeda Edaletê de ne.
Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşar berdewam e û hat zanîn wê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar weke sala borî dîsa fitara xwe li ber dadgehê vekin.
Herwiha malbatê di hesabên xwe yên tora civakî de Serokkomar Recep Tayîb Erdogan û Wezîrê Dadê Bekir Bozdag tag kirin û ev peyama belav kirin: “Em ê fitara xwe li ber dadgeha ku bûye mala me vekin. Em ê nanê xwe bi her kesî re parve bikin. Dayik 390 roj in li ber deriyê dadgehê ye û serdest jî li mala xwe ya germ in.“

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin