Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi malbata qurbaniyên bûyera Silêmaniyê re axivî
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi rêya telefonê bi malbata qurbaniyên bûyera Silêmaniyê re axivî û diyar kir: “Em bi her awayî ji bo xizmetkirina we û ji bo çareseriya birîndaran û qerebûkirina maddî ya ziyanan amade ne.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi kesûkarên qurbaniyên bûyera teqîna Silêmaniyê axivî û ragihand: “Min berpirsên me erkdar kirin û ligel Parêzgarê Silêmaniyê axivîm ku em amade ne bi her awayî xizmeta we bikin û çi ji destê me bê em ê bikin ji bo çareseriya birîndaran li nav Herêma Kurdistanê yan derveyî welat û qerebûkirina jiyanên maddî.”
Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku şîna vê malbatê, şîna her kesî ye û silavên xwe gîhand hemû kesûkarên qurbaniyên bûyerê.
Herwiha malbata qurbaniyan spasiya Serok Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir ku di vê bûyerê de piştevaniya xwe nîşan dane.
Hêjayî bibîrxistinê ye, roja Pêncşemê 17ê Mijdara 2022yan ji ber teqîna sîstema gazê ya malekê li taxa Kazîwe ya bajarê Silêmaniyê, 15 kesan can dan û hejmarek kes birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin