Malbata Senyasar: Daxwaza me daxwaza milyonan e
PeyamaKurd – Malbata Şenyaşar a çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê dimeşîne diyar kir: “Daxwaza me daxwaza milyonan e. Heta ku heq cihê xwe dibîne, wê têkoşîna me bidome.”
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di 9ê Adara 2021an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 691emîn de berdewam dike. Malbat ji ber dawiya hefteyê ye û edliye girtî ye çalaki li mala xwe domand.
Malbata Şenyaşar li ser hesabê twîtterê Parêzgarê Rihayê û Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag etîket kir û da zanîn: “Dîrok her tim dinivîse ku kesên bi serketine berxwedêr, bi sebir û bi dîsîplîn in. Di encama têkoşîna dayikê heqîqet derketin holê. Daxwaza me daxwaza milyonan e. Di nava sînorên hiqûqê de heta ku heq cihê xwe dibîne wê têkoşîna me bidome.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin