Malbata Kurdekî li leskeriya Tirkiyê bi guman can daye daxwaza berpirsiyaran dike
PeyamaKurd – Li Tirkiyê gelek Kurdên leşkertiyê dikin û bi awayekî gumanbar tên kuştin hene. Herî dawî xortekî bi navê Osman Ozçalimli yê li Îzmîrê leşkertî dikir bi awayekî gumanbar can da.
Piştî mirina Osman Ozçalimli yê li Girtîgeha Sergirtî ya Alîaga ya Îzmîrê leşkertî dikir û piştî ragihand ku gef lê tên xwarin, bi awayekî gumanbar can dayî hat dîtin dayik û bavê wî Naciye û Ahmet Ozçalimli bi parêzerên xwe Fettah Çapkurt û Kahrman Ozçagin re çûn Edliya Qersê û di derbarê berpirsiyaran de, gilî kirin.
Parêzer Kahraman Ozçagin, di derketina edliyê de daxuyanî da û wiha got: “Leşkerê 5 rojan, ligel ku li bavê xwe digere û bavê wî rayedaran agahdar dike jî, bi tu awayî bergirî nayin girtin û hîna jî di derbarê mirina wî de tu daxuyaniyek fermî neyatiye dayîn. Ev jî bûye sedama guman û fikarên mezin. Hîna jî hin dibêjin ketiye û hin dibêjin krîza dil derbas kiriye. Lê tu kes di derbarê saet û awayê mirina wî de daxuyaniyeke fermî nade. Em ê dosyeya lêpirsînê lêkolîn bikin. Baweriya me bi edaletê tê. Ji bo ku rastî derkeve holê, çi ji destê me bê em ê bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin