Erdogan: “Eger malbata Ahmet Kaya bixwaze em ê gora wî bînin Tirkiyê”
PeyamaKurd – Hunermendê Kurd Ahmet Kaya piştî hinek bûyerên nexweş û dozvekirina di eleyhiya wî de ya li Tirkiyê berê xwe dabû Fransayê û jiyana xwe li wê derê dewam kiribû. Ahmet kaya 22 sal berê li Fransayê koça dawiyê kir û li wê derê wî defin kirin. Ahmet Kaya di dema ku dewletê caza dabû serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan, li zîndanê seredana Erdoğan kiribû û di navbera wan de têkiliyên baş hebûn.
Erdoğan, li Ezndonezyayê li girava Bialiyê tevlî civînên G20an bû û li wê derê bi rojnamevanan re civînekî lidarxist. Di civînê de li ser pirsa neqla gora Ahmet Kaya ya li Parîsê jê hat pirsîn. Erdoğan weha got:
“Teklîfa me ya neqla gora wî li ser masêye. Ji ber vê axa han axa wî ye. Bes di mijarê de bila malbata wî biryara xwe bide. Dema ez di zîndanê de bûm li Yedikule, Kızılçeşmê bernameyek hatibû çêkirin û ew hatibû wê derê. Di wê roja me ya vatedar de axaftina ku ew kir û kilamên ku got nayên jibîrkirin.
Ez dixwazim gora wî ji Fransayê bînim û defna wî li vê derê bikim. Malbat bi erênî li mijarê nenihêrt. i ber wê me nikaribû bianiya. Tiştên di wê şevê de anîn serê wî nabe mirov jibîr bike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin