Ahmet Türk: Di CHPê de lîder tine, eger pirsa Kurd çareser bike wê Erdogan bike

10 February 2024 00:21 0 dîtin
Ahmet Türk: Di CHPê de lîder tine, eger pirsa Kurd çareser bike wê Erdogan bike

PeyamaKurd – Namzedê şaredariya mezin yê bajarê Mêrdînê yê Partiya DEMê Ahmet Türk di KRT TV de tevlî bernamê bû û di gelek babetan de bersiva pirsan da. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd Ahmet Türk got:

“Me bawer nedikir ku Kemal Kılıçdaroğlu mesela Kurd çareser bike. Em îro jî bawer nakin. Qabiliyeta CHPê tine ku pirsgirêkekî weha mezin çareser bike. Eger bixwaze çareser bike, Erdoğan dikare çareser bike ji ber ku ew lîder e.”

Ahmet Türk di KRT TV de dema li ser hilbijartinên 14-28ê Gulanê axifî gotinên li jorê serf kir. Türk gotinên xwe weha dewam kir:

“Me destekê da CHPê lê ew îrade û serokatiya ku pirsgirêka Kurd çareser bike di CHPê de tine. Di nava CHPê de sîstemekî ku Kurdan hembêz bike tine. Birêz Özgür Özel mirovekî demokratîke lê di nav CHPê de avahiyekî ku Kurda hembêz bike, li maf û azadiyan xwedî derê di nava CHPê de tine.”

Li ser pirsa Başak Demirtaş ku dev ji biryara namzediya şaredariya Îstenbolê berda, Türk weha got:

“Li gor min; tewrê Başak Demirtaş rast bû. Tewrê wê xwedî derketina li partiyê bû. Peyama ku da ew bû ku divê li her derê Tirkiyê namzedan nîşan bidin.”