Hevserokê PIAyê Ahmet Kaya û 5 kesên pê re hatin girtin
PeyamaKurd – Li navçeya Erganî ya Diyarekirê di 8ê Hezîranê de şaredarên berê jî di nav de 6 kes hatin destserkirin.
Hevşaredarên Erganiyê yên berê Ahmet Kaya, Ramazan Kartalmiş û Fesîh Yalçin û cîgirên hevşaredarên berê Gulîstan Polat, Esverî Malkoç û Cavîdan Yaman ên di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê di 8ê Hezîranê de hatibûn destserkirin, ji aliyê dadgeha ku sewqî wan hatibû kirin, hatin girtin.
Siyasetmedarên ku piştî karên li midûriyeta polîsan sewqî Edliyeya Erganiyê hatin kirin, ji aliyê dozgeriyê ve bi bertek, bûyer û xebatên şaredariyê yên di navbera salên 2014-2019an de tevlî bûne hatin sûcdarkirin û sewqî Dadgeriya Ceza ya Asliyeyê hatin kirin, bi hinceta "endamê rêxistina terorê ye" daxwaza girtinê hat kirin.
Siyasetmedar piştî îfadeyên li dadgehê bi heman îdîayê hatin girtin û birin girtîgehê.
PIA: Dosyaya lêpirsînê ji ber naveroka wê fêlbaziyek qanûnî ye.
Ahmet Kaya yê hat girtin di heman demê de Hevserokê Giştî yê Partiya Însan û Azadiyê (PIA) ye. Piştî desteserkirina Ahmet Kaya ji aliyê PIAyê ve daxuyanîyek nivîskî hat dayîn. Ev daxuyanî hat dayîn:
“Komploya siyasî ya nû, darbeyeke siyasî ya din. Hevserokê me birêz Ahmet KAYA bi giştî salek bû hevserokê şaredariyê û ji hemû dozên ku gelek caran dihatin darizandin berpirsyar bû. Tevî ku beraet bû jî di lêpirsîna ku bi heman îdiayan hatibû vekirin de dîsa hat girtin. Dosyaya lêpirsînê ya ku di navbera salên 2009-2024an de 3 hevşaredar hatin desteserkirin, ji ber naveroka xwe şaşiyeke hiqûqî ye. Di derdoreke ku hiqûq biryarên xwe nas nake û weke amûreke operasyonên siyasî tê bikaranîn, kes nikare xwe ewle hîs bike. Em bi ti awayî biryarên ku di bin talîmata siyasî de di bin navê qanûn û dadgehê de hatine girtin nas nakin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin