Mikaîl Aslan: Sayandarê Xelata Rûmetê ya Ahmet Kaya

14 December 2023 17:49 0 dîtin
Mikaîl Aslan: Sayandarê Xelata Rûmetê ya Ahmet Kaya

Peyama Kurd- Hunermendê Dêrsimî Mîkaîl Aslan hêjayî "Xelata Rûmetê ya Ahmet Kaya" ya MESAM'ê hate dîtîn. 

Yekitiya Afirînerên Muzîkê ya Tirkiyeyê (MESAM), 37emîn salvegera damezrandina xwe bi galayeke xelatdayînê pîroz kir.

Di merasima galayê ya ku li Stenbolê, li Otela Grand Cevahîr, ji alî MESAM'ê ve hate pêkanîn de, li ser navê Aşik Veysel, Îbrahîm Erkal, Ahmet Kaya, Yıldırım Gürses, Mahzûnî Şerîf, Atîlla Ozdemîroğlu, Neşat Ertaş û Esîn Engîn xelat hatin belavkirin.

"Xelatê diyarîyî ziman û çandên têdikoşin dikim"

Hunermendê Dêrsimî Mîkaîl Aslanê ku di gellek warên mûzîkê de û bi taybetî li ser muzîka Kurdî xebatên akademîk dimeşîne, hêjayî Xelata Rûmetê ya Ahmet Kaya hate dîtîn.

Her wiha Metîn - Kemal Kahraman ku bi berhemên gelêrî yên Zazakî bi berhemên xwe yên nû muzîkeke serkeftî diafirînin jî hêjayî Xelata Rûmetê ya Cem Karaca hatin dîtin.

Mikaîl Aslan, piştî xelatwergirtina xwe axaftineke kurt kir. Aslan xelata xwe ji hemû ziman û çandên ku ji bo hebûna xwe biparêzin, di bin zext û zordestiyan de têdikoşin re diyarî kir û wiha axivî:

“Ji dûr an nêzîk ve şopa tiliyên Ahmet Kaya di dilê me hemûyan de heye. Ji ber ku rastiyan digote hate mehkûmkirin û li dûrî welatê xwe li mişextiyê hate binaxkirin. Ez li hemberî wêrekî û felsefeya jiyanê ya Ahmet Kaya serê xwe ditewînim. Ez vê xelatê distînim da ku careke din tu hunermend ji vî welatî neyên mişextkirin û li mişextiyê jiyana xwe ji dest nedin.

Merasîma MESAMê piştî, hunermendên ku şayanî xelatên beşên din ên xelatdayînê hatin dîtin jî xelatên xwe wergirtin bi dawî bû.