Hingivê Bedlîsê bû sayandarê Xelata Hingivê Zêrîn a Navneteweyî
PeyamaKurd – Li paytexta Fransa Parîsê, di Pêşbaziya Hingiv a Navneteweyî de hingivê Bedlîsê şayanî Xelata Hingivê Zêrîn hate dîtin. Hingivê Bedlîsê par jî di pêşbaziya li paytexta Brîtanyayê Londonê de şayanî heman xelatê hatibû dîtin.
Serdar Nevzat Ersanê hemwelatiyê ji bajare Bedlîsê yê bakurê Kurdistanê ku bi hingivê xwe yê sirûştî beşdarî vê pêşbaziyê bûbû, di nav 200 cure hingivê ji 45 welatan de, bi hingivê xwe yê bi çêj bû yekemîn.
Di derbarê beşdariya pêşbaziyê de Ersan qala navdarbûna bi çêj a hingivê sirûşti yê Bedlîse kir û destnîşan kir ku hingivê Bedlîsê êdî bûye markayeke cîhanî.
Serdar Nevzat Ersanê li Bedlîsê karê hilberîna hingiv dike û bi hingivê xwe serî li pêşbaziya li Parîsê daye da zanîn ku di pêşbaziyê de ji 45 welatan bi qasî 200 cure hingiv hatine nirxandin û got: “Hingivê Bedlîsê di pêşbaziya li Parîsê da xelata Hingivê Zêrîn wergirt. Ev hingivê me ji sedî 100 sirûştî ye; ti bûjeneke derekî tê de nehatiye bikaranîn û ji ber wê yekê xelatê wergirt.”
Ersan destnîşan kir ku gaktora herî mezin a ku hingivê wan bi nirx û bêmînak dike, zozanên herêmê ne, lewre li zozanên wan derdora hezar û 200 riwekên xwecihî û şîfadar hene.
Ersan her wiha da zanîn ku par jî li Londona paytextê Brîtanyayê xelata "Hingivê Zêrîn" wergirtiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin