Hirçan êrîsê ser kewarên hingiv kir û zerarê dan 800 kîlo hingivê mirovekî
PeyamaKurd – Li peravên Derya Reş li bajarê Giresunê li navça Alurcayê, hirçan êrîşê ser kewarên hingiv kirin. Baxçê hingivvanê kesê bi navê Halit Akın dora baxçe bi temamî bi çîtan dorpêç kirîbû lê xwe li ber êrîşa hirçan negirt û hirç ketin nava baxçe.
Hirç, kewarên mêşan şikandin û ji hev perçe kirin. Akın ragihand ku 107 kewarên wî zerarê dîne û li dora 800 kîlo hivgiv telef bûye. Akın got:
“ 5 sal berê jî hirçan êrîş kiribûn û zerarê dabûn min. Keda me ya 10 salan belaş çû. Dixwazim dezgeyên dewletê yên pêwendîdar destekê bidin min û min seredana wan jî kir.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin